ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Rawêjkarîya Feysel Miqdad û Cabirîyê Ensarî li bara civîna Astanê

Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûrîyê û alîkarê beşa erebî û afrîqî ya wezareta karên derve ya Îran li bara alûgurên herî dawîyê yên civîna Astanê ku biryar e bi merema çareserkirina qeyrana Sûrîyê bê lidarxistinê, gotûbêj kirin.

Feysel Miqdad cîgirê wezîrê karên derve yê Sûrîyê  duh danê êvarê di çarçova civînên komîteya hevpar a sîyasî ya Îran û Sûrîyê, bi Hisên Cabirî Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê ra li bajarê Têhranê gotûbêj pêk anî.

Di eynî halî da Imad Xemîs serokwezîrê Sûrîyê li bajarê Têhrabê ligel Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokomarê Îranê civîya û qeyrana Sûrîyê hilkolandin.

Serokwezîrê Sûrîyê duşemê şevê ligel taximeke sîyasî û aborî bi armanca berfirekriina hevkarîyên ligel Komara Islamî ya Îranê û rawêjkarîya têkildarî alozîya Sûrîyê derbasî Têhranê bû.

Civîna aştîyê ya Sûrîyê biryar e ku rojên 23 û 24`ê Çilê li bajarê Astane paytexta Qazaqistanê di bin çavdêrîya Rûsîya, Tirkîya û Îranê da were lidarxistinê.

Armanca vê civînê, gotûbêja alîyên sûrî ango nunerên dewleta Sûrîyê û neyarên wê jibo dabînkirina amadekarîyên çareserkirina sîyasî ya qeyrana vî welatî ye.

Têkildarî mijarê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê şeva buhurî li bara helwesta Îranê li hemberî pişkdarîya ihtimalî ya Amerîkayê li muzakireyên aştîya Sûrîyê li Astanê got: Îranê amerîkî gazî nekirine û li dijî pişkdarîya wan li muzakirên aştîya Sûrîyê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu