ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Rawêjkarîyên Cabêrîyê-Ensarî û De Mistora û nunerên hin neyarên sûrî li Swîsê

Alîkarê Taybet ê Sîyasî yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Hisên Cabêrî-Ensarî bi Nunerê Taybet yê NY li Karên Sûrîyê, Stefan De Mistora û hin nunerên neyarên sûrî re li Siwîsê gotûbêj kir.

Di wan hevdîtinan de ku duh bi awayê cida di rojên duşem û sêşemê da pêk hatin, her du alîyan basa çareserkirina pirsgirêkên têkildarî pêkanîna Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê, destpêbûna karê wê û planên dewra nû ya civînên Astanê ku biryar e hefteya bê li paytexta Qazaqistanê were lidarxistinê, kirin.

Cabêrî-Ensarî hefteya buhurî jî li Şamê bi serokomarê Sûrîyê Bişar Esed, Wezîrê Karên Derve Welîd Muellim û hin rayedarên sîyasî û ewlehîyê yên Sûrîyê ra derbarê alûgurên herî dawîyê yên vî welatî û meseleyên têkildarî Komîteya Destûra Bingehîn a Sûrîyê gotûbêj kiribû.

Komara Islamî ya Îranê wekî yek ji welatên bibandor ên herêma Rojhilata Navînê hertim bi dû çareserkirina qeyranên vê deverê ji wan qeyrana Sûrîyê bi rêya sîyasî bûye.

Di vê çarçovê da muzakirên Astanê ji Çilleya sala 20171ê va li gorî insîyatîva Komara Islamî ya Îranê û hevkarîya Rûsîye û Tirkîyê bi armanca pêkanîna aştîyê li Sûrîyê destpê bûne.

Encama sereke ya van muzakireyana, pêkanîna deverên kêmkirina gêreyê li Sûrîyê ye.

Başa dön tuşu