ÎranNûçeRojhilatanavin

Rawestana li ber Rejîma Siyonîstî rawestana li ber îstikbar û nizama serdestxwaz e

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja cîhanî ya Qudsê pir giring da zanîn û tekez kir: Ev roja bi qedr û qîmet, ne tenê ragihandina piştgiriya ji gelekî mezlûm e, belkî sembola rawestana li ber îstikbar û serdestxwazên cîhanî ye.

 Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, berêvara roja çarşemiyê li hevdîtina komek ji mamoste, lêkol û şarezayên  zanîngehên Îranê bal kişand ser nêzîkbûna  roja cîhanî ya Qudsê û destnîşan kir: Rêzgirtina ji roja Qudsê tenê nayê wateya berevaniya ji gelekî mezlûm ku ji mal û welatê xwe hatiye derxistin, belkî îro berevaniya ji Filistînê, berevaniya ji rasitiyeke  pir berfirehtir ji mesela Filistînê ye.

Wî destnîşan kir: Rawestana li ber Rejîma Siyonîstî, rawestana li ber îstikbarê û nizama serdestxwaz e û lewma, siyasetvanên  Emerîkayê ji vê hereketê aciz in û pêre dijminatiyê dikin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî piştre mijara sereke ya gotinên xwe li vê hevdîtinê , diyarkirin û hilêxistina  berpirsiyariyamuelimî û  mamostetiyê da zanîn û got : Mamosteyê ku,erênî bifkire, berpirsiyar û hêvîdar bibe û baweriya xwe bi bingehên olî û îsaletên niştimanî hebe û xwediyê nêta cidî jibo xebat bibe, dikare li neçarkirina xwendekaran bo fikrîn û hereketê, roleke  bêhempa hebe.

Hezretê ayetullah Xamineyî,girtina pêşiya hatina zanistên teze ji wan bernameyên serdestxwazan jibo lawazakirina zanîngehan li Îranê da zanîn û got : Li serdema Pehlewî bi salan, welatên rojavayê ti carî pêşketinên  giring ên  zanistî û zanistên nû neguhestine nav zanîneghên me û û zanîngeh kirin cihê guhestina nirxên  welatên rojavayê û  pêşiya  her cure xuliqkarî û nûjenkariyekê û însiyatîvekê li zanîngehan girtin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, rizgarkirina  zanîngehan ji  hirzên xalifî, fehmkirina  giringiya  zanist û nûjenkariya zanistî li navendên zanîngehî û pêşxistin û pêşvebirina zanîngehan ji bereketên Inqilaba Îslamî dan zanînê û got : Piraniya  xwendekarên  wê serdemê niha bûne mamosteên wisa xurt ku dikarin li pêkanîna  geşatiyê li zanîngehan û parastina  nirxên  Îslamê û inqilabê, roleke cidî hebin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu