Artêşa Sûriyê kamyoneke çek û sîlehan jibo terorîstan li navça QelmûnaRojava ku ber bi sînorên Lubnanê ve diçû, keşf kir û rawestand.
SANA Newsê roja sêşemiyê raghand: Ev bara ku li gor lêzanînên eseh û di kemîneke bernamekirî hat rawestandin bi dehan hezar gulle, mûşekên C57 li dijî Zirêhê ya farsnî, topên emerîkî, tîrbar, çekên nîşangir, dûrbînên eskerî û mûşekavêja RPG bû.
Efserekî artêaş Sûriyê li gotûbêja bi SANA`yê re raghand: Keşfkirina ev qas çekên navokî li Sûriyê nîşan dide ku aliyên iyanî tim piştiriya çek û sîlehî dide terorîstan.
Ev bara hevgavê pêşdeçûna destxwe ya artêşên Sûriyê, Lubnan û berxwedana Îslamî li çiyayên Qelmûna Sûriyê û Ersala Lubnanê û paqijkirina ev navça sînorî ji lepên paşmayiyên du komên terorîstî tekfîrî yên El-Nusre û DAIŞê jibo piştgiriiya ji terorîstan hatibû şandin.
Di eynî demê de, çavkaniyên meyayî raghandin: 4 Gulleyên hawanê yên avêtî i aliyê terorîstên tekfîrî bo navça El-Mezre û li derdora meydana El-Ebasîn a Şamê ku balyozxana Rûsiyê ketiye wir girtiye. Li gorî ragahndina medyayê erebî, komên terorîstî-tekfîrî sebebkarê sereke yê avêtina van hawanan bûne.
Li gor nûçeyeke din, nuqteya lêgerîna hevpar a polîsê eskerî yê Rûsiyê û artêşa Sûriyê li Qûta rojhilat, xebata xwe destpê kiriye. Armanca vê kiryarê rawestana li ber liv û tevegrên terorîstên bereya El-Nusre li vê navçeyê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).