Serokê Konseya cihanînê ya Hizbullaha Libnanê destnîşan kir: Dewleta ku li dû zilm û zordarî û kuştina xelkê Yemenê be, di asta herî bilind a heqaret û rezîliyê de ye.
Li gorî rapora Resa Newsê, seyd Haşim Sefyedîn serokê konseya cihanînê ya Hizbullah Libnanê li mersima rêzgirtina ji şehadeta yek ji hêzên berxwedanê li navça El-Qelîlê li başûrê Lubnanê got: Hemî cîhan li hember sehneyeka nû ji Sûriyê û Iraqê de ne û dijminên berxwedanê li ser vê esasê li dû hin rêçareyan in ku tu carî dê enghêje encamê.
Endamê pilebilind ê Hizbullahê bal kişand ser hewldana bêhûde ya Emerîka û Erebistanê û diyar kir: Em li vê barê dilgiran nînin û bêguman emê bi ser kevin ji ber ku niha serdema işkstê nîne belkî serdema berxwedan û serketinên wê tê hesabê.
Wî bal kişand ser hovîtiya Emerîkayê li cîhanê û Filistînê û hovîtiya Erebistanê li Yemenê û fitna mezhebî û eşîretî û teqez kir em neçar in bihzl bibin û divê xwe ji bo şerê pêşerojê hazir bikin.