ÎranNûçeRojhilatanavin

Serdar Hacîzade: Armanca zextên dijî şiyana mûşekî ya Îrtanê, lawazkirina hikûmeta Îslamî ye

Fermandarê Hêza Hewayî ya Sipahê Passdarên Îbqilaba Îslamî ya Îranê destkeftên vê hêzê li warên cûrbicûr da nîşana serketina li hemberî pirsgirêkan bi palpiştiya şiyana navxweyî da zanîn û got: “Armanca hemî zextên dijminan li dijî şiyana mûşekî ya Îranê, lawazkirina nizama îslamî ye“.

Li gorî ragihandina IRNA`yê, Fermandarê Hêza Hewayî ya Sipahê Passdarên Îbqilaba Îslamî ya Îranê, serdar sertîp pasdar Emîr Elî Hacîzade roja sêşemiyê li hevdîtian digel endamên Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya Meclisa Şêwra îslamî ya Îranê, tevî pêgiriya li ser vê yekê ku dijmin li warê dijminatiya li hemberî gelê Îranê tam ciddî ne, got: “Pergala desthilatdar û zorbêjên cîhanî projeya lawazkirina hikûmetê ji hundir va dişopîne; Bi awayekî ku heta aşkira stratêjiya xwe ya `Guhertina Nizama Komara Îslamî` radigihîne“.

Wî herwiha got: “Amerîkiyan şiyan û derfetên Îranê li projeyên mîna Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê de, têkoşîna li hemberî `Diravşûştinê`, mijarên navçeyî, boykot û zextên aborî, siyasî û çandî û bi taybet mijara mûşekî kirine armanc û li pey lawazkirina wê ne“.

Serdar Hacîzade bi gotina vê yekê nabe ku em li warê boykot û zextên dijminan destê xwe bidin ser hev, destnîşan kir: “Divê em ji bo girtina pêşiya zext û boykotên Amerîkayê, `Karên pirxerc ên beranber` ji bo dijmin berçav bigirin“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu