FilistînNûçeRojhilatanavin

Rejîma Siyonîstî şertê lihevkirina tev filistîniyan ji çekkirina wan ragihand

Rejîma siyonîstî li rewşeka ku çend sed kumikên navokî û moşek û amorên leşkerî li ber dest xwe de hene û artêşa wê bi sîlahên herî pêşketî pargal bûye, radigehîne bi tenê wê demê bi filistîniyhan re li hev dike ku ti çek û sîlahek li destê wan nemîne.

Malpera nûçeyan ya El-Yewm El-Sabei îro ragihand ku serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Binyamîn Netanyahu îdia dike ku amade ye bi filistîniyan re ser welatê Filistînê bêyî çek û sîlahan li hev bike.

Binyamîn Netanyahu got: Ji çek kirin û bi fermînaskirina Îsraîlê şertên despêkirina muzakireyan tev filistîniyan e eva bêyî ku pejirîna navneteweyî nayê hesabê.

Serokwezîrê Rejîma Siyon îstî duh li hevdîtina serokwezîrê Fransayê pêşnyara însiyatîva Lihevkirina çendalî red kir û xwest gotûbêjên rasterast tev aliyê filistînî werin despêkirin.

Netanyahu got: Dixwaze ku rasterast bi serokê teşkîlata xweseriya Filistînê Mehmûd Ebas re li Parîsê gotûbêjê bike.

Eva di rewşekê ye ku Mehmûd Ebas pêşewaziyaînsiyatîva Fransayê ya birêxistina rûniştinekê bi beşdariya wezîrên karên çend welatan li 3 Hezîranê kir, li vê rûniştinê de aliyên filistînî û siyonîst beşdar nabin.

Biryar e rûniştina din li payîza îsal bi beşdariya du aliyên filistînî-îsraîlî bi rê keve, hedefa van rûniştinan despêbûna dubare ya gotûbêjan li çarçova pêkanîna welatê serbixwe yê Filisttgînê hatiye ragihandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu