IraqNûçeRojhilatanavin

Artêşa Iraqê berê xwe da Qaîmê

Hêzên Dije Terora Iraqê di operasyonekê de taxa Xeze ya navçeya Qaîmê ya Enbarê ji destê DAIŞê derxistin. Ji aliyê rojhilat ve jî hêzên Iraqê ketine kolana Sîkekê.

Şaneya Ragihandina Cengê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di çarçoveya kontrolkirina navçeyên rojavayê Enbarê de, îro Înê 03-11-2017 hêzên Dije Terora Iraqê taxa Xeze ya navçeya Qaîmê bi temamî ji destê DAIŞê derxistin.”

Şaneya Ragihandina Cengê eşkere kir, ku ji rojhilat ve jî jêzên iraqî ketine nav kolana Sîkekê û tê pêşbînî kirin, ku di demjimêrên pêş de bi temamî were kontrolkirin.

Li gorî daxuyaniyê firokeyên şer û topxaneyên Heşda Şeibî jî bi tundî çeperên DAIŞê bombebaran dikin. Di encamê de kogeheke çek û teqemeniyê teqiyaye.

Hêjayê gotinê ye, ku îro danê sibê Fermandarê Operasyonên Rojavayê Enbarê Ebdulemîr Yarellah ragihand, ku operasyona kontrolkirina bajarokên Seîde, Kerable, Hisîbe yên navçeyên Qaîmê dest pê kiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu