NûçeRojhilatanavinSûriye

Herî kêm 40 terorîst li Derayê hatine kuştin

Grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh û grûpên dine terorîstî yên hevpeymane vê grûpê ragihadine ku li operasiyona artêşa Sûriyê dijî van terorîstan li derûdora Derayê herî kêm 40 terorîst hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Ehdê, Her çend Grûpa terorîstî ya Cibhetul-Nusreh kuştina herî kêm 40 terorîstan li derûdora Derayê piştrast kiriye lê hêzên gelanî yên Sûriyê ragihandine ku li operasiyona dijî terorîstan li derûdora Derayê gelek ji terorîstan hatine kuştin.

Li vî halî hêzên artêşa Sûriyê li dewama pêşketinên xwe li derûdora rojhilata Helebê çend gundên din jî ji destê terorîstan derxistine .

yekîneyek ji artêşa Sûriyê bi kontrola  liv û tevegrên  grûpa terorîstî ya bereya El-Nusreyê li Derayê, tankeke  terorîstan tev lêniştiyên wê li navça Hare El-Fernê li Derayê têk bir.

Li rojava pira El-Xariye û bajarê El-Neîme li derdora rojhilata  Derayê jî hejmarek ji terorîstan hatin kuştin. Li gor nûçeyek din hejmarek ji pizîşkên artêşa Sûriyê bi pêkanîna  nexweşxaneyeke  gerok li beşên curbicur ên bajarê Helebê birîndar û nexweşên  navça  rojhilata  vî bajarê şerlêxistî derman kirin.

Çavkaniyên  eskerî yên  sûrî ragihandin hin yekînên  artêşa Sûriyê û hêzên  çekdar 15 terorîstên ser bi grûpa terorîstî ya DAIŞê li Dêrazorê, rojhilata  vî welatî kuştin.

Hêzên artêşa Sûriyê bi palpiştiya hêzên gelanî yên vî welatî li van mehên vê dûmahîkê ji çend aliyan da operasiyonên xwe yên dijî grûpên terorîstî yên wekî DAIŞ`ê û Cibhetul-Nusreh ku birek ji welatên navçê û rojava ji wan piştevaniyê dikem destpê kirine û heta niha jî xisaretên zav li van terorîstan xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu