Rayedarekî leşkerî yê Iraqî daxuyand ku DAIŞê li rojavayê Mûsilê li herêmeke kû nû ji destê rêxistinê hat rizgarkirin, êrîşa xaza klorê pêk anî.
Li gorî nûçeya Associated Pressê (AP) êrîş şeva duhî li taca El Aberê hat pêkanîn. Wî rayedarî diyar kir ku DAIŞê bi roketên xaza klorî êrîş pêk anî.
Rayedarê Iraqî da zanîn ku di êrîşê de 7 leşker birîndar bûne û leşkerên ku bi zorê bêhnê distînin, li klinîneke herêmê tên dermankirin.
Hêzên Iraqê bi piştgiriya Amerîkayê li rojavayê Mûsilê bi rêxistinê re şer dikin û tê diyarkirin ku zêdetirî nîvê bajêr ji destê rêxistinê girtiye.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)