ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Îran amade ye li jinûve avakirina Iraqê pişikdarîyê bike

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Têhran amade ye bi qasî 3 milyard dolarî alîkarîyê bide Iraqê ta ku şîrket û sazîyên sivîl ên Îranê bikarin bi awayekî cidîtir li jinûve avakirina Iraqê pişkdarîyê bikin.

Ishaq Cehangîrî duh êvarê li civîna muzakireyên hevpar ên Îran û Iraqê li Bexdayê, bi gotina vîya ku Îran li pirsgirêk û serketinan li rex gelê Iraqê bûye, dîyar kir: Her du welat hewcedarê belgeyeke tam ji bo hevkarîya di warê aborîyê de ne ta ku li gorî wê hevkarîyê bikin.

Cehangîrî, meseleyên bankî astengîya herî girîng a ser rêka peywendîyên aborî yên Îran û Iraqê zanîn û pêgirî li ser pêwîstîya ticareta azad di navbera Têhran û Bexdayê di bi armanca jordabirina asta danûistandinên aborîyê yên warên curbicur kir.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê herwisan got: Girêdana bi hev re ya rêya hesin a Îran û Iraqê dikare vê rêyê bigihîne Asyaya Navîn û Çînê û rêya hesin a Îranê jî dê bigihêje deryaya Sipî.

Cehangîrî meseleya tep û tozê yek ji dilgiranîyên gelê Îranê zanî û bal kişand ser vê yekê ku çavkanîya pişka zêde ya vê tep û tozê li axa Iraqê ye, dîyar kir: Çav li rê ye ev meseleya bi hevkarîya her du welatan zûka bê çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu