EfxanîstanÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Zêde ji 420 hezar xwendekarên efganî û iraqî li Îranê dixwînin

Sergêra Nivîsgeha Komîsaryaya Bilind a NY li Karên Penaberan a li Îranê bal kişand ser xwendina zêde ji 420 hezar xwendekarên efganî û iraqî li medreseyên Îranê û got: ji wê hejmarê 123 hezar xwendekarî belgeyên penaberîyê tinene.

Iryna Korenyak sergêra Nivîsgeha Komîsaryaya Bilind a NY li Karên Penaberan a li Îranê îro di merasima vekirina medreseya taybet a penaber û welatîyên bîyanî li şarê Isfehanê, raberkirina xizmetên tenduristî û perwerdehîyê ji bo penaberan ji hêla Komara Islamî ya Îranê ve berbiçav û bêmînak zanî û ji ber vê yekê kêfxweşîya xwe nîşan da û got: Rayedarê herî payebilind ê Komara Islamî ya Îranê zemîneya perwerdeya belaş ji bo penaberan li vî welatî pêk anîye.

Li gorî fermana hezretê ayetullah Xaminêyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî, “hîç zarokekî efganî, heta koçberên ku bi awayekî neqanûnî û bêyî belge li Îranê dijîn, nabe ji xwendinê bêpar bibin û divê navê wan ji bo derxwendinê li medreseyên îranî bê tomarkirinê.“

Sergêra Nivîsgeha Komîsaryaya Bilind a NY li Karên Penaberan a li Îranê herwiha got: Dewleta Îranê bi wegirtina van penaberana û gelê Îranê bi mazûvanîya ji wan, zemîneya xwendinê ji bo zarokên penaberan li rex zarokên xwe pêk anîne ta ku pêşerojeke geş ji bo cîhanê pêk bînin.

Di vî halî de, Wehîd Yeiqûbî hevdengkir û çavdêrê medreseyên derveyî welêt ê Wezareta Perwerdeya Îranê jî ragihand ku zêde ji 510 hezar penaber û welatîyên bîyanî li medreseyên Îranê dixwînin û ew li 17 hezar pol û 141 medreseyan mijûlê dersxwendinê ne.

Başa dön tuşu