IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Adil Ebdulmehdî: Hêzên Iraqî li ser sînorê Sûriyê amadenin

Serokwezîr û Fermnadarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê Sêşemiyêî bi şev qala amadetiya hêzên iraqî jibo sekinîna li hemberî ketina hitmalî ya çeteyên koma têrorîst a DAIŞê ji Sûriyê bo nav axa Iraqê kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Adil Ebdulmehdî, Serokwezîr û Fermnadarê giştî yê Hêzên çekdar ên Iraqê got: Yekîneyên leşkerî li hêla sînor bi cih bûne û tu têketinek ji aliyê DAIŞê va heta niha nehatiye ragihandin.

Iraqê ji çend hefteyan beriya niha va bi zêdebûna hitmala hereketa têrorîstan ber bi Iraqê va li pey ji destdana baregehên xwe li Sûriyê, hejmara hêzên xwe li ser sînorê Sûriyê zêde kiriye.

Artêşa Sûriyê niha bi alîkariya hevpeymanên xwe ji wan Iraq, Sûriye û Rûsiyê li halê paqijkirina tam a Sûriyê ji lepên têrorîstan e.

Başa dön tuşu