İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rayedarên siyonîst ji Tevgera Cîhanî ya Boykota Israîlê (BDS) hêrs bûne

Rayedarekî siyonîst nigeraniya xwe ji kiryarên bibandor ên Tevgera Cîhanî ya Boykota Israîlê (BDS) diyar kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Qudsê (Qudsuna), wezîrê dadweriyê yê rêjîma dagîrker a siyonîst, Aylet Şakîd li civîna sindoqa ewlehiya qewmî ya Israîlê got: Pêvajoya ber bi zêdebûnê ya çalakiyên Tevgera Cîhanî ya Boykota Israîlê (BDS) û derxistina sermayedaneran ji Filsitîna Dagîrbûyî her viha sepandina boykotan li dijî vê rêjîmê di astên cûrbicûr da derbên giran li Israîlê xistine.

Şakîdî her viha bal kişande ser endamtiya hinek ji cihûyan li Tevgera Cîhanî ya Boykota Israîlê û got: Endamtiya van cihûyan nîşana nerazîtiya wan ji siyasetên Til Avîvê ye ku ji bo pêşeroja Israîlê bi metirsî ye.

Tevgera BDS`ê di sala 2005`an da hat damezirandin û li ser qutkirina peywendiyên çandî û akademîk digel Israîlê heta wê demê ku dawî li siyasetên xwe yên dagîrkeriyê bîne, pêgiriyê dike.

Çavkaniyên Rêjîma Siyonîst ku dewama Tevgera Cîhanî ya Boykota Cîhanî ya Israîlê derbeyeke teze li Til Avîvê dizanin, li xwe mukur hatin ku vê tevgerê heta niha derbên giran ên siyasî û aborî li Israîlê xistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version