CîhanErebîstanEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Razîbûna Sênaya Amerîkayê derbarê plana dengwergirtina têkildarî biryarnama kutakirina piştgirîya ji şerê Yemenê de

Meclisa Sêna ya Amerîkayê razî bû ku biryarnama kutakirina piştgirîya dewleta Amerîkayê ji şerê li Yemenê bikeve ber dengdanê.

Meclisa Sêna ya Amerîkayê razî bû ku biryarnama kutakirina piştgirîya dewleta Amerîkayê ji şerê li Yemenê bikeve ber dengdanê. Ev razîbûna seretayî di halekî da ye ku Qesra Sipî Wezîrê Karên Derve û Berevanîyê yên Amerîkayê ji bo neyarîya li hemberî vê mijarê şandin Sênayê.

Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump gef kiriye ku heke ew biryarnama were pejirandinê dê wê vêto bike.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi gotina vê yekê ku Amerîka ji bo sekinîna li hemberî Îranê hewcedarê Erebistanê ye, dîyar kir: Niha demeke guncav ji bo lawazkirina têkilîya digel Erebistanê nîne.

Başa dön tuşu