ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêber Îmam Xameneî: “Xwedê şehîd Hucecî ezîz kiriye“

Rêberê Giranqedr Îmam Xameneî destnîşan kir: “Dilpakî, nêta pak, tevgera li ser wextê û hewcetiya civatê bi şehîdbûneke visa bûye sebeb ku Xwedayê Muteal şehîd Hucecî li çavên giştan ezîz bike“.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Cîhana Îslamî, berbanga îro (Çarşemî) li kêleka meytê paqij ê şehîd Muhsin Hucecî ji Berevanên Heremê li mizgefta Îmam Husêyn (S) a Têhranê got: “Hemî şehîd li ba Xwedayê Muteal ezîz in; Lê taybetmendiyeka vî xortî hebûye ku Xwedayê Muteal navê vî şehîdî berz kir”.

Rêberê Giranqedrê cîhana Îslamî her wiha got: “Binêrin ji ber şehîdbûna Hucecî çi coş û kelecanek li Îranê bi rê ketiye”.

Rêberê me her wiha ji bo malbata şehîd Hucecî hêviya sebr û hedarê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu