ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cihana Îslamî daxwaza efûkirin an kêmkirina sizaya hin mehkûman dadgehên Îranê pejirand

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, hevçaxî gihêştina Eydên Qurbanê û Eyda Xedîrê Xumê, daxwaza serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê derheq efûkirin an kêmkirina sizaya hin mehkûman dadgehan pejirand.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ayetullah Amoliyê Larîcanî serokê saziya dadweriya Komara îslamî ya Îranê li namekê ji bo rêberê mezin ê inqilabê pêşniyara efû yan jî kêmbûna sizaya 582 mehkûmên mehkemeyên giştî, dadgehên inqilabê, saziya dadweriya hêzên çekdar û saziya tezîrata hikûmetî da ku li komîsiyona navendî ya efûyê ya saziya dadweriya Îranê hatiye ragihandin ku wan kesan şert û mercên pêwîst ji bo efûyê an kêmbûna sizaya wan hene.

Piştî vê daxwazê rêberê mezin ê inqilaba îslamî, jî razîbûna  xwe tev efû yan jî kêmkirina sizaya mehkûmên hanê ragihad.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu