ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cîhana Îslamî: Zanîngeh xêm û binyata armancên hêja û bilind ên Nizama Îslamî ne

Rêberê giranqedir ê Cîhana Îslamî ya Îranê bi şirove û zelalkirina hedefên Nizama Îslamî ji bo bidestxistina cih û şûna Îraneke hêja û bi hêz, bi şeref û serbixwe, zanîngeh wekî xêm û binyata van hedefên bilind û hêja dan zanîn.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî duh berêvarê li hevdîtina hejmarek ji mamoste, şarezayên zanistî û lêkolînerên zanîngehan got: zêdekirina lezgîniya pêşveçûn û geşatiya zabnistî li zanîngehan û navendên zanistî, pêkanîn û bihêzkirina hesta nasnameya bi şanazî ya îranî-îslamîbûnê li ciwanan û înqilabîbûna zanîngeh û xwendekaran ji wan meselên pêdivî ne ji bo ku Nizama Îslamî bibe qawet û deshilateke zanistî ya berbiçav û bibe mînakeke demokrasiyê li kêleka Îslam û menewiyetê li cîhanê de.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi hilêxistina vê pirsê ku ji Îrana piştî 20 salan re çi pêşerojek hêja ye? got: Heke pêşeroja hêja û baş, Îraneke bi hêz û xwedî deshilat, bi şeref û serbixwe, oldar, dewlemend û xwediyê dadê û hikiûmeta demokratîk û gelanî, pak, cîhadger, dilsoj û davînpak bibe, pêdivîye zaningeh bi van taybetmendî û pîvanana pergal bibe û nivşa ciwan jî wisa perwerde bibe ku baweriya xwe bi van taybetmendiyana hebe.

Rêberê Înqilaba Îslamî li bara `Pêşketina Zanistî` dest danî ser pêwîstiya zêdekirina lezgîniya pêşveçûna zanistî û got: Midehekê berî niha jî min li bara kêmbûna lezgîniya pêşveçûna zanistî hişyarî da bû, çûnku ev lezgîniya kêm bûye û ji bo cebirandina bişûndamayîna zanistî ti çareyek xêncî zêdekirina lezgîniya pêşveçûna zanistî ji me re nemaye.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî herwiha bal kişand ser rola mamosteyên zanîngehan li pêkanîn û bihêzkirina `Nasnameya Îranî û Îskamî` li xwendekaran û got: Mamoste bi şirovekirina pêşketinên welêt li warên curbicur ên wekî hewa-esmîn, nano, navokî, biyoteknolojî û tibê dikare bibe sedema pêkhatina hesta xwebawerkirina nasnameya xwe li xwendekaran.

Rêberê Înqilaba Îslamî bi bîr xist: Rast e li warê pêşketinên zannistî de me paşdaketin dîrokî heye, lê bisaya xebat û enerjiya ciwanên jêhatî û baqil ên welêt em dikarin ji vê bişûndamayîn û paşketinê derbas bibin û wê bicebirînin.

Hz. ayetullah uzma Xamineyî li bara nasnameya îslamî ya zanîngehan jî got: Berpirsên zanîngehan divê li hemberî her kiryar û mijarekê yên wekî gerên zanistî yên bihevrabûna kur û keçikan ku ziyanê digihîne nasnameya îslamî ya zanîngehan, bi hestyarî tevbigerin û li ber meselên wiha bisekinin.

Rêberê Înqilaba Îslamî herwiha got: Ti berbendek li ser riya hebûna şêwaz û bîr û bawerên curbicur ên siyasî li zanîngehan tine, lê berpirs û rayedarên zanîngehan yên wekî birêvebirên dercebilind ên wezaretxaneyan, serokên zanîngehan û mamosteyan divê hertim atmosfera kêşedar li zanîngehan ber bi aliyê bingeh û hedefên Înqilaba Îslamî rênimunî bikin

û divê ew qet pişta rê û şêwazên li dij Înqilabê negirin.

Li despêka vê hevdîtinê de hejmarek ji mamoste, xwedî bawer û pisporên warên zanistên endazyarî, zanistên tibî û zanistên însanî li axivtinên xwe de hin bawer û pêşniyar li bara mijar û meselên curbicur xistin rojevê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu