ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Cihana Îslami: Fikra destdirêjiya dijminan ser Îranê, dê rastî berteka giran were

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê mîna berê riya hêz û deshilatdariya xwe ya berevaniyê bi hewldan, însiyatîv û hemî behreyên xwe bidomîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja çarşemê bi hizûra li mersima  xwendekarên efseriyê û perwerdekirina  zanîngeha Îmam Huseyn (s), armanca siayseta `qaweta berevaniyê ya nizama Îslamî“ girtina pêşiya fikra destdirêjiya ser Îranê ji aliyê zordarên navneteweyî da zanîn û tekez kir: Bila dijmin bizanin ku ger li fikra destdirêjiya ser Îranê bibn wê rastî bertekên giran werin. Diqewme ew desdirêjiyê destpê bikin lê dawiya kar ne di destê wan de ye.

Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser parametr û faktorên deshilatdariya welêt û gelê Îranê û destnîşan kir: Ewlehî û aramiya Îranê li navça aloz  yek ji şanaziyên  Komara îslamî ya Îranê ye  ku ketiye ber hedefa qawetên îstikbarî.

Wî zanist û pêşketinên zanistî aboriya bihêz û serbixwe, qaweta eskerî û hêzên çekdar ji sedemên deshilatdariya Îranê dan zanîn û destnîşan kir: Dijmin tim  li bara  sedemên hêz û deshilatdariyê Komara Îslamî xezeb û kîna wan heye. Rêberê giranqedr  ê Inqilaba îslamî bal kişand ser qaweta eskerî wek yek ji  hegerên deshilatdariyê û destnîşan kir:  Em ê bi qaweta hêza mûşekî, Îranê biparzêin û wê vê yekê berfireh bikin. Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha  mesela dewleta berxwedanê hilêxist û got: Helwesta  dewleta berxwedanê ,qaweta berevaniyê û îqtidara  berevaniyê ye û îro komara îslamî ya îranê wek dewleta berxwedanê, xwediyê siyaset, aborî û hêzên çekdar, liv û tevgera  navneteweyî û navça  nifûza berfireh e.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Armanca demnavîn a dijmin jî mesela aborî û meaşa gel e da ku bêkarî weke belayekê li Îranê berfireh bibe da ku gel ji Komara Îslamî ya Îranê ji ber pirsgirêkên jiyan û meaşê dilsar bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser hilbijartinên  pêşber û tekez kir: Beşdariya  rêk û pêk û bi exlaqê ya gel li hilbijartinê sedema şeref û rometa Komara Îslamî ya Îranê ye û bê qanûnî û bedexlaqî û hêvîdarkirina dijmin li hilbijartinê dê ser zirara Îranê bibe. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu