İslami Davet Kurdi Bange İslami

Rêberê giranqedir ê Cihanê serokê Sazîya Besîcê kifş kir

Rêberê qedirgiran ê Cihana Islamî bi hikmekî, serdar sertîp Xulamhisên Xêybpûr wekî serokê Sazîya Besîcê û cîgirê fermandarê giştî yê Sipahê li karên Besîcê kifş kir.

Li hikmê Rêberê qedirgiran ê Cihana Islamî hatîye: Li gorî bijartina serdar sertîp Mihemedriza Neqdî wekî alîkarê beşa çandî û civakî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî û li gorî pêşnîyara fermandarê giştî yê Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî, sozdarî, hêjatî û tecrubeyên binirx ên serdar Xêybpûr, ew jibo posta serokatîya Sazîya Besîcê û cîgirîya fermandarê giştî yê Sipahê li karên Besîcê hat kifşkirinê.

Rêberê qedirgiran ê Cihana Islamî li vî hikmî dibêje: Jordabirina asta pişkdarîya rêkûpêktir a gel (nemaze ciwanan) û pêşxistina Besîcê li warên ku jibo Inqilaba Islamî ya Îranê pêwîst in( warên zanist, berevanî û xizmetgîhanî), pêkanîn û organîzekirina komên ramanwer û şopîner li hemî astan nemaze li erkantîya Besîcê jibo nêrînên istiratêjîk û şopandina liv û tevgerên dijmin jibo têketinê û girtina pêşîya wê, kifşkirina mêkanîzmeke tam jibo bihêzkirina hevfikrîya çîn û qatan û hevkarî û hevdengîya sazî û dezgehên têkildar, tê çaverêkirinê.

Rêberê qedirgiran ê Cihana Islamî li vî hikmî qedrê serdar Neqdî bi hegera hewldanên kêrhatî di dewra serokatîya Sazîya Besîcê girtîye û sipasîya wî kirîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version