ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Gelê Îranê cinayetên Amerîka ji bîr nakin

Wezîrê karên derve yê Îranê li salvegera sernixûnbûna firoka r;w’hilgir a Îranê ji aliyê gemiya şerî ya Amerîka got: Bê şik gelê Îranê cinayetên Amerîka ji bîr nakin.

Li gor rapora IRIB News`ê, li 3 Tîrmeha sala 1988 firoka musafirhilgir a Îranê ya bi hejmara IR655 ku ji Benderebas`ê diçûye Dubêyê, li esmana Kendava Farsê kete ber hedefa du muşekên gemiya şerî ya Amerîka ya ser navê USS Vincents û 290 musafir û xizmetkarên vê firokê şehîd bûn.

Li vê firokê 66 zarok, 53 jin û 46 welatiyên biyanî hebûn.

Piştî sernixûnbûna vê firokê karbidestên amerîkî bona qanûnî nîşandana vê cinayeta xwe gotinên derew û newekhev anîne ziman û serê axirê jî ragihandin ku ev rûdawa ji ber şaşitiyekê qewimiye.

Ji aliyê din ve ji ber ku gemiya şerî ya Amerîka ya ser navê USS Vincents sîstemên pêşketî yên radarî hebûn, kifş bû ku Amerîka hema ji ber dijayetiya tev gelê Îranê êrişî ser vê firoka Îranê kir û sîstemên pêşketî yên vê gemiya Amerîka hema ji destpêkê ve nîşan dabû ku ev firoka , firokeyeke musafirî ye.

Zerîf li tora xwe ya civakî ya Twitter`ê bal kişande ser xelatvergirtina kapîtanê gemiya şerî ya Amerîkî ya USS Vincents`ê bona kuştina xelkê sivîl û destnîşan kir: Gelê Îranê van cure cinayetên Amerîka qet ji bîr nakin.

Başa dön tuşu