ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedir ê Inqilabê qedrê karwana werzişî ya Îranê girt

Rêberê qedirgiran ê Inqilaba Islamî ya Îranê qedrê qaremanên mîdal bi dest xistin, werzişkar û rahênerên têkoşer ên karwana werzişê ya Komara Islamî ya Îranê ku li pêşbirkên Olempîka 2016`an beşdar bibûn, girt.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedir ê Inqilaba islamî, li peyama hezretê ayetulah ozma Xaminêyî bo karwana werzişî ya Îranê ya pişkdarê Olempîka Rîyoyê hatîye: Ez xêrhatinê dibêjim lehengên ku bi hegera bêdadîya dadweran ji mafê xwe bêpar bûn, werzişkarên ku bi dû serneketinê qîmeta hewldana wan kêm nabe, xatûnên werzişkar ên ku nîşaneya şanazîyê ya hicaba jina îranî nîşanî her kesî dan, xatûna wêrek a ku bi hicaba tam li enîya karwanê çilvilî û rahêner û pêşengên werzişa Îranê û sipasîya wan hemîyan dikim.

Karwanê werzişa Îranê li bîst u yekemîn dewra pêşbirkên Olempîka 2016`an ku mideha du heftîyan li bajarê Rîyo yê Brêzîlê hat lidarxistinê, bi 3 mîdalên zêr, mîdaleke zîv û 4 mîdalên tûnc li rêza 25`an a pêşbirkan cî girt. Karwana werzişa Îranê li Olempîka Londonê di sala 2012`ê da jî li rêza 17`an a cehanê sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu