ÎranNûçeRojhilatanavin

Komara Azerbaycanê ser berfirehkirina peywendiyên dualî tev Îranê sekinî

Serokkomarê Azerbaycanê daxwaza berfirehkirina peywendiyên dualî tev Komara Îslamî ya Îranê li warên curbicure aborî û siyasî kir.

  Li gorî rapora  IRNA`yê,  Îlham Elîov serokkomarê Azerbaycanê roja sêşemiyê li hevdîtina taxima aborî ya parêzgeha Erdebîlê li Bakûyê bal kişand ser asta bilind a peywendiyên Komara Azerbaycanê û Îranê û got:Komara Azerbaycanê jibo berfirehkirina  peywendiyên dualî tev Îranê dê her cure hewldanekê bike.

Taxima  aborî ya Hewlêrê bi sergêriya Mecîd Xudabexş ustandarê Erdebîlê jî bal kişand ser  raberkirina raporekê li bara pêvajoya berbipêş a hevkariyên Îran û Komara Azerbaycanê û got ku Îran ji berfirehkirina hevkariyên dualî tev Komara Azerbaycanê pêşewaziyê dike.

Her wiha wezîrê aboriyê yê Komara Azerbaycanê li taxima aborî ya parêzgeha  Erdebîlê bal kişand ser zêdebûna hejmara  şîrketên  îranî jibo xebata li warên aborî yên cubicur li Komara  Azerbaycanê daxwaza  berfirehkirina peywendiyên  tev Komara Îslamî ya Îranê li warên geştyarî, cotkarî û tendrustiyê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu