ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê cîhana Îslamî çû mezargeha Îmam Xumêynî (RE) û Goristana Şehîdan

Li bereberê Dehika Fecrê û Çilemîn salvegera serketina bicoş a Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî çû mezargeha paqij a Îmam Xumênî (RE), Xîmdarê mezin ê Înqilaba Îslamî û bi xwendina nimêj û Quranê, rêz li wî ezîzê koçkirî girt.

Li gorî rapora Navenda ragihandinê ya Ofîsa Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî îro anku Çarşemî her wiha bi amadebûna li ser merzelên şehîdên giranqedr Ayetullah Beheştî, Recayî, Bahuner û şehîdên bûyera Heftê Tîrê, daxwaza berzbûna pile û cîgeha wan ji Xwedayê teala kir.

Hezretê ayetullah Xamineyî piştra çû ser merzelên şehîdên Înqilaba Îslamî, şehîdên serdema Berevaniya Pîroz, şehîdên Berevanê Heremê û şehîdên Hecê û  bi dayîna silavê bo rûhên paqij ên têkoşerên Rêya Heqê, jibo berdewamiya hatina dilovanî û arîkariya Xwedê li ser gelê mezin ê Îranê li bereberê derbasbûna nav dehsaliya pêncan a Înqilaba Îslamî dua kir.

Roja Îniyê, 12ê meha Behmenê beranberî 1ê Sibatê salvegera vegeriyana Îmam Xumênî (RE) bo îranê û destpêka Dehika bimbarek a Fecrê ya Înqilaba Îslamî ye.

Ji roja 1ê Sibatê va yanî roja Hatina Îmam Xumênî (RE) bo Îranê heta roja 11ê Sibatê ku Roja serketina Înqilaba Îslamî ye, wek “Dehika Fecrê” hatiye binavkirin.

Başa dön tuşu