Rêberê giranqedr ê Cîhana Îslamî: Divê peywendiyên Îranê û Koreya Başûrê nekeve bin bandora dijminatiyên Amerîkayê
Hezretê ayetullah Uzma Xaminêyî, rêberê giranqedr ê Cîhana Îslamî, berêvara duşemiyê li hevdîtina tev xanima Park Geun Hî, serokkomara Koreya Başûrê, bal kişand ser nihêrîna erênî ya Komara Îslamî ya Îranê li zêdebûna hevkariyên tev welatên asyayî, û peywendiyên berdewam û qahîm ên di navbera Îranê û Koreya Başûrê de, ji bo her du welatan bi sûd û feyde dan zanîn.
Rêberê giranqedr ê Cîhana Îslamî bi sekinîna li ser peywendiyên berdewam û qahîm, mayinde û nêzîk ên di navbera du welatan de, got: Rêketiname û peymanên di navbera Îran û Koreya Başûrê, divê bi awayekî werin girêdan ku ji derve û biyanî û boykot li ser wan bandorên neyênî daneyînin, ji ber ku baş nîne ku peywendiyên di navbera welatên wekî Îranê û Koreya Başûrê, bikeve bin bandor û îradeya Amerîkayê.
Hezretê ayetulah uzma Xaminêyî, bal kişand ser dabeşkirina têrorîsmê ser du cureyan yanî “baş“ û nebaş“ ji aliyê amerîkiyan û got: Amerîka, dirûşma şerê dijî têrorîzmê dide lê di pratîkê de, rastbêj nîne, li halekê ku têrorîzm, bi her awayî, nebaş e û ji bo gel û netewan û ewlehiya welatan bi xeter e ji ber ku bêyî hebûna ewlehiyê, dê pêşketineka baş pêk neyê û divê bi awayekî dirust û rastîn li hember xetera têrorîzm û bê ewlehiyê were sekinandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)