FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi Hezretê Seyyid Îmam Elî Xameney : Têkoşan û berxwedan tenê riya rizgariya Filistîna mezlûm e

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi bal kişand ser helwêstên her timî yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştgiriya tam ji Filistînê û mucahid û têkoşerên wê û rêçareya pirsgirêka Filistînê, xurtkirina basikê têkoşer û berxwedêr li cîhana Îslamê û xuertkirina rawestana li ber rejîma talankir û piştgirên wê da zanîn.

 Hezretê ayetullah Xamineyî, roja çarşemiyê li bersiva  nama  midehek berî niha ya Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê destnîşan kir: Liv û tevgera   muzakireya  bi rejîma  xapokîn û virek  û talankir , şaştiyeke mezin e ku nayê baxişînê ku eva serketina  gelê Filistînê paşde dixe û xêncî  zirar û ziyanê tu tiştî naghîne vî gelê  sitemdîtî.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi destnîşan kir: Bê şik têkoşan û berxwedan tenê riya rizgariya  Filistîna mezlûm û tenê rêçare û dermanê birînên vî gelê wêrek û serbilind e.

Wî destnîaşn kir: Mijarên ku li nameya Îsmaîl Henye hatine hilêxistin,  li bara  pirsgirêkên  mezin ên umeta Îslamî, xeyanet û dûrûtiya  hin welatên  ereb ên navçê û pîlanên  wan ên  kirêt ji bo peyrewiya ji şeytanê mezin( Emerîka) û têkoşana  filistîniayn wek têkoşerên  bereya  pêşeng li hember  zext û  cinayeta dijmin, rastiay tam e ku em wê piştrast dikin û em  vê yekê peywiya xwe dizanin ku bi her cureyî piştgiriyê bidin we.

Hezretê ayetullah Xamineyî,destnîşan kir: Îro rojê vegeryana  bo îzet û îqtidarê jibo gelê Îslamî maye ser rawestana li ber îstikbarê û pîlan û komployên  wê yên  rezîl û meseal Filistînê ewlewiyeta hemî pirsgirêkên  anvneteweyî yên  Îslamî li hember îstikbarê ye.

Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi destnîşan kir: Gel û bi taybet ciwanên  bi xîret li welatên Îslamî û erebî û her wiha  dewletên ku  li bara Filistînê xwe berpirsiyar dizanin, divê ev erk û peywira mezin tam cidî bigrin û bi têkoşan û xebata hemasî û hişmendane dijminan neşçar bikin ku paşde vekişin û ji holê bên rakirin.

Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê midehek berî niha li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser berûlayên  komploya mezin a îstikbarê li dijî Qudsê û gelê Filistînê bi armanca  sernixûnkirina  Gazayê wek kela  berxwedanê û dawîkirina  rawestana  li ber rejîma  dagirkir û noramlkirina  peywendiyên  hakimên  kirêgirtî yên navçeyê bi wê re û ji piştgiriyên  gelê Îranê û rênimûniyên  rêberê Inqilaba  Îslamî ji tevgera berxwedanê spasî kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu