Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi bal kişand ser helwêstên her timî yên Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştgiriya tam ji Filistînê û mucahid û têkoşerên wê û rêçareya pirsgirêka Filistînê, xurtkirina basikê têkoşer û berxwedêr li cîhana Îslamê û xuertkirina rawestana li ber rejîma talankir û piştgirên wê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî, roja çarşemiyê li bersiva nama midehek berî niha ya Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê destnîşan kir: Liv û tevgera muzakireya bi rejîma xapokîn û virek û talankir , şaştiyeke mezin e ku nayê baxişînê ku eva serketina gelê Filistînê paşde dixe û xêncî zirar û ziyanê tu tiştî naghîne vî gelê sitemdîtî.
Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi destnîşan kir: Bê şik têkoşan û berxwedan tenê riya rizgariya Filistîna mezlûm û tenê rêçare û dermanê birînên vî gelê wêrek û serbilind e.
Wî destnîaşn kir: Mijarên ku li nameya Îsmaîl Henye hatine hilêxistin, li bara pirsgirêkên mezin ên umeta Îslamî, xeyanet û dûrûtiya hin welatên ereb ên navçê û pîlanên wan ên kirêt ji bo peyrewiya ji şeytanê mezin( Emerîka) û têkoşana filistîniayn wek têkoşerên bereya pêşeng li hember zext û cinayeta dijmin, rastiay tam e ku em wê piştrast dikin û em vê yekê peywiya xwe dizanin ku bi her cureyî piştgiriyê bidin we.
Hezretê ayetullah Xamineyî,destnîşan kir: Îro rojê vegeryana bo îzet û îqtidarê jibo gelê Îslamî maye ser rawestana li ber îstikbarê û pîlan û komployên wê yên rezîl û meseal Filistînê ewlewiyeta hemî pirsgirêkên anvneteweyî yên Îslamî li hember îstikbarê ye.
Rêberê giranqedr ê cîhana Îslâmi destnîşan kir: Gel û bi taybet ciwanên bi xîret li welatên Îslamî û erebî û her wiha dewletên ku li bara Filistînê xwe berpirsiyar dizanin, divê ev erk û peywira mezin tam cidî bigrin û bi têkoşan û xebata hemasî û hişmendane dijminan neşçar bikin ku paşde vekişin û ji holê bên rakirin.
Îsmaîl Henye, serokê nivîsgeha siyasî ya Hamasê midehek berî niha li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser berûlayên komploya mezin a îstikbarê li dijî Qudsê û gelê Filistînê bi armanca sernixûnkirina Gazayê wek kela berxwedanê û dawîkirina rawestana li ber rejîma dagirkir û noramlkirina peywendiyên hakimên kirêgirtî yên navçeyê bi wê re û ji piştgiriyên gelê Îranê û rênimûniyên rêberê Inqilaba Îslamî ji tevgera berxwedanê spasî kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)