Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî tekez kir: Rawestana li ber îstikbarê û rawestana li ber dîktatoriya navneteweyî û serdestxwaziya kafiran ser ehlê îmanê, ji emrazên bêveger ên nizama Îslamî ne.
Hezretê ayetullah Xamineyî vê sibê li hevdîtina tev serok û endamên Meclisa Şarezayên Rêvebirîyê, ev meclisa bîmînak, pirgiring û bibandor li rewşa niha û pêşeroja welêt da zanîn.
Rêberê Inqilana Îslamî ya Îranê diyar kir ku rizgariya welêt ji girêdayîbûna li qawetan û girêdana riya sûdwergirtina wan a xirab, ji encamên pêvajoya hêdî hêdî ya serêxwegirtina Îslama resen li Îranê dan zanîn û bal kişand ser dijminatiya bereya zordarên cîhanî li hemberî Îranê û got : Dijminatiya Emerîkayê û Rejîma Siyonîstî, tund û operasyonî ye lê hin ên din ji ber berjewendiyên xwe, vê dijminatiyê di ziman û di pratîkê de ewqas nîşan nadin.
Hezretê Ayetuullah Xamineyî, zexta giran a aborî û êrişa berfireh lê bêdeng li warê çandê ji mêhwerên sereke yên plankarî û operasyona bereya dijmin dan zanîn û destnîşan kir: Armanca sereke ya wan, bêhêvîkirina xelkê ji nizama Îslamî ya Îranê ye.
Wî rawestana bihêz, êrişkirane û li gor mentiqê, riya sereke ya bêencamkirina plan û komployên bereya zorbêjan da zanîn û got: Divê li gişt waran bitaybet li warê mafên mirovan, terorîzm û cinayetên cengê, sekinîna li hemberî welatên rojavayî bi şiklê êrişkirinê be.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha li bara rexneyên vê dawiyê yên Emerîkayê ji hilbijartinan li Îranê got : Emerîkîyên ku bi rejîmên herî rezîl û li dijî mirovahiyê yên navçê re hevkariya dostane dikin û ev riswatiya mezin li hilbijartinên xwe yên vê dawiyê birê xistin, ser vî hale xwe rabûne ji hilbijartinên gelê Îranê rexneyan digrin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, bandora stratejîk û berfireh a Komara Îslamî ya Îranê li cîhanê û bitaybet ser rojavaya Asiyayê ji pêşketinên herî giring ên 40 salên vê dawîyê da zanîn û destnîşan kir: Nifûza her ku diçe zêde dibe ya Îranê û piştgirya gelan ji nizama islamî, amerîkî hêrs kirine.
Serok û endamên meclisa xibreyên rêberiyê, îro pênşemiyê li dawiya duwem civîna pêncemîn dewra meclîsa şarezayên rêberiyê, bi rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî re hevdîtin pêk anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)