ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî: Emerîka ji hikûmetên herî fasid û zalim ên cîhanê ye

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî îro çarşemê li hevdîtina berpirs û endamên konseya hevdengiyê ya tebîxat û propagendeya Îslamî ya seranserê Îranê, Rejîma Emerîkayê ji rejîm û hikûmetên herî fasid û zalim ên cîhanê da zanîn.

 Li gorî rapora  malpera raghandinê ya nivîsgeha rêberê Înqialba Îslam, Hezretê ayetullah Xamineyî li vê hevdîtinê salroja jidayîkbûna Îmam Hesenê Eskerî(S) û rêzgirtina  salvegera hemaseya gelanî ya 9 Deyê (30 Kanûna 2009`an)  pîroz kir û got: Piştgiriya Emerîkayê ji DAIŞ`ê û terorîstên tekfîrî, hevkariya bi hikûmetên zalim û dîktator re yên mîna  Alê Siûd û piştgiriya ji cinayetên siyonîstan û cinayetkirên ku her roj li Yemenê dibin sedema kuştina xelkê vî welatî, hin mînak in ku  kok û binyata kirêt û rezîl û fesadkar a Rejîma  Emerîkayê nîşan didin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser cihrengî û newekheviya nijadî ya li Emerîkayê û li teşkîlata  dadwriyê ya vî welatî û got: Tevî van pirsgirêk û kêmasiyên bingehîn ku li sîstem dadwerî û rejîma Amerîkayê dikevin berçavan, dîsa jî ew (emerîkî) teşkîlatên dadweriyê yên  welatên din ji wan Teşkîlata dadweriyê ya dînmedar a Îranê tawanbar dikin.

Hezretê ayetullah Xamineyî xercên zav û planên dijwar û lihevalyayî yên Emerîkayê ji bo pêkanîna pirsgirêka siyasî, mezhebî, qewmî û zimanî li Îranê, bêfeyde û bê encam dan zanîn û got: bi îzna Xwedê Teala gelê Îranê û nizama Îslamî li hemî waran dê Emerîkayê dilsar û bêhêvî bikin.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku  Komara Îslamî bi hêz û îqtidareka hîn zêdetir, geşatî û pêşketin xwe didomîne û destnîşan kir: Ev riya pêşketinê li dewra serokomariya niha ya Emerîkayê jî dê berdewam bike û hesreta derketina ji meydanê an lawazbûna  Komara Îslamî dê li ser dilê wan bihêle.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha  bal kişand ser hewldana bê rawestan a Emerîkayê ji bo şantajan û bê hêvîkirina gel û  istandina baweriya li xwe ya gelê Îranê û destnîşan kir: Roja 9 Deyê bi vê heybet û mezinatiya xwe, roja bersiva gel bo lîstikên wiha û berevaniya ji nirxên  Inqilab û olê bû ku helbet îro jî behs û mijara sekinîna ser nirxan heye.

Başa dön tuşu