ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Komara îslamî ya Îranê hema wekî berê hertim li kêlega gelê Iraqê ye

Selîm Cebûrî serokê parlemana Iraqê li hevdîtina xwe ya duh sêşemê tev Îrec Mescidî baylozê Komara îslamî ya Îranê li Bexdayê , li bara çawaniya hevkariya Têhran û Bexdayê li hemû babetan û bi taybet pirosa avedankirina Iraqê axivî.

Pêştir jî xelkê Iraqê û bitaybet xelkê navçên azadbûyî ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji Îranê xwestibûn li pirosa ji nûve avedankirina Iraqê alîkariya wan bike.

Serokê parlemana Iraqê û baylozê Komara îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê herwisa li bara peywendiyên navbera du welatan, alûgorên navçeyî û navnetewî jî gotûbêj kirin.

Îrec Mescidî li vê hevdîtinê got: Komara îslamî ya Îranê hema wekî berê hertim li kêlega gelê Iraqê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu