Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir ku Emerîka hertim dijberê îqtidara welatên Îslamî ji wan Iraqê bûye û em ticarî nabe bi rûvek û girnijîna wan bên xapandinê.
Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê li hevdîtina bi Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê û endamên sereke yên vê hevalbendiyê destnîşan kir: Emerîkî berûvajiya îdiayên xwe ti carî li dû jinavbirina terorîstên tekfîrî nebûne û hewl didin beşek ji van terorîstan jibo armancên xwe li pêşerojê xweyî bikin.
Hezretê ayetullah Xamineyî bal kişand ser firotina nifta Iraqê ji aliyê DAIŞ`ê va û diyar kir: Emerîkî hîngê tenê li hereketa niftkêşan dinhêrîn û êriş nedikirin ser wan; loma nabe em baweriya xwe li emerîkiyan bînin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha pêşeroja Iraqê pir zelaltir û geştir ji rewşa niha da zanîn û destnîşan kir: Pêşketina Iraqê ser qazanca Komara Îslamî ya Îranê ye û hevdengiya bêtir a du welatan jî ser qazanca her du aliyan e.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li dewama gotinên xwe kêfxweşiya xwe li bara pêkhatina hevalbendiyê nav grûpên şîe yên Iraqê da xûyanê û ew weke rûdaneke giring da zanîn û ser pêwîstiya parastin û xurtkirina bingehên vê yekitiyê pêgirî kir.
Wî her wiha erka serok, endamên sereke û hemî tevgerên nav hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê pir giran da zanîn û her cure biryar û kiryara wan ser Iraqê û navçê û Îslamê bibandor da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî ragihand: Bidestxistina armancên binirx ên hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê tenê bi parastina hevdengî û yekitiyê dikare serê xwe bigre û yek ji erkên giring ên vê hevalbendiyê piştgiriya ji dewletên musteqer li Iraqê da zanîn.
Hezretê ayetullah Xamineyî li beşa dawiyê ya gotinên xwe spaisya gel û berpirsên Iraqê ji ber mazovaniya ziyaretkirên Erbeînê kir û meş û rêpîvana Erbeînê bûyereke mezin û bêmînak da zanîn.
Seyd Emar Hekîm serokê hevalbendiya neteweyî ya şîeyên Iraqê jî li vê hevdîtinê spaisya piştgiriyên Komara Îslamî ya Îranê kir û got: Yek ji encamên giring ên hevalbendiya neteweyî ya şîeyan li Iraqê pejirandina qanûna Heşdê Şeibî bû ku xêncî dengê erênî yê nunerên hevalbendiya neteweyî, hevalbendiya şîeyan karî bala hejmareke zêde ji nunerên tevger û grûpên din jî bikşîne (BANGÊ ÎSLÂMİ).