AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Qawet û îzeta Îranê tenê ji riya berhemanînê dikare serê xwe bigre

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji xebatkarên warê aboriyê xwest ku bo zêdekirina geşatiya berhemanîna neteweyî hewl bidin û got ku qawet, mezinatî û îzet û serbilindiya Îrana Îslamî li saya jordebuirin û geşatiya berhemanîna neteweyî û pêkanîna kar û şuxulan dikare serê xwe bigre.

Hesen Rûhanî şemiyê şevê li mêvandariya firatê tev komek ji çalakên warê aboriyê got :Hemî çalakên warê aboriyê, pêkhênerên kar û şuxulan, sinifkar û bank divê kêleka dewletê destê xwe bidin hev û jibo zêdekirina berhemanîna neteweyî û pêkanîna kar û şuxulan hewl bidin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewlet hewl dide ku bi pêkanîna hêsankariyên pêdivî li warê xuliqandina kar û şuxulên berhemhêner û mayînde destekê bide sinifkar û karpêkhêneran û nebe berbendê ser riya wan. Ji ber ku carnan qayîde û qirar û pirsgirêkên karûbarên îdarî, bankî û bîmeyê, bixwe berbendan çê dikin .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser pêwîstiya zêdekirina îxracata neniftî û bidestxistina bazarên neguher û mayînde li navçê û got :karplêkhêner û beşên nedewletî dikarin matora îxracata neniftî bixine rê. Rûhanî bal kişand ser jordebirina asta rewşa kisb û kara Îranê ji 152an bo 118an û got : Em hîn divê jibo baştirkirina rewşa kisb û karê li welêt pirtir hewl bidin ji ber ku baştuirkirina rewşa kisb û karê destekê dide wergirtina sermayeyan.

Serokê Komara îslamî ya Îranê bala xwe da ser mesela kêmbûna zexta aborî ji sedî 40ê bo sedî 10ê li sê salên buhurî û got : Bi tekreqemîbûna asta zama aborî niha êdî sermayedaner ji ber asta zama aborî di fukaran de nînin û di vê barê de divê em hwwil bidin ku nirxa diravê derve tekreqemî bikin.

Rûhanî her wiha bal kişand ser rola bankan derheq zêdebûna asta berhemanîna neteweyî û pêkanîna kar û şuxulan û got :Heya dema ku bank nekevin tevgerê û asta sûda teshîlatê normal nebe hin pirsgirêk nayên çareserkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu