ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî pê Tenfîza dengê xelkê, Hesen Rûhanî wekî serokkomarê Îranê tayîn kir

Rêûresma Tenfîz û piştrastkirina hukmê serokkomarê Îranê îro pêncşemê birê ket û Hesen Rohanî bi Tenfîz û piştrastkirina Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî carek din bû serokkomarê Îranê.

Li gor rapora IRIB News`ê, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî îro pêncşemê li Husêyniyeya Îmam Xumêynî (RE) li humkê Tenfîza Hesen Rohanî wekî serokkomarê Îranê, hilbijartina bi coş a serokkomariyê û pişkdariya berfire ya xelkê Îranê li vê hilbijartinê nîşana bihêzbûna komartiya hikûmeta Îranê da zanîn û ser cihanîna Abûra ser bingeha Berxwedanê li nav welêt pêgirî kir.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî gote serokkomarê Îranê ku hêz û qaweta xwe bikar bigire bona bicihbûna îdalet, girtina pişta bindest û nedarên civatê, cihanîna hukmên îslama rastîn, qahîmkirina yekîtî û serbilindiya netewî, behrewergirtina ji karayî û petansiyêlên mezin ên welêt û xebata bona parastian nirxên welêt û binyatên Inqilaba Îslamî.

Wezîrê karên hundir ê Îranê jî li vê rêûresmê raporek li ser birêketina hilbijartina serokkomariya Îranê raber kir.

Li gorî xala 110an a qanûna bingehîn a Îranê “Îmzabûna hukmê serokkomariyê piştî ku xelkê ew bijartin“, ji “Erk û desthilatên Rêber“ e û li gorî qanûna bingehên, dora serokkomariya Îranê 4 sal in û “Piştî Tenfîz û piştrastkirina ji aliyê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ev dora destpê dibe“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu