ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî qebûl kir ku hejmareka mehkûman bên efûkirin an cezaya wan bê kêmkirin

Bi boneya cejnên pîroz ên Qurban û Xedîrê Xomê, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî pêşniyara lêbihurandin, kêmkirin an guhertina cezaya 615 kes ji mehkûmên mehkemeyên gişt û Înqilabê, Saziya Dadweriyê ya Hêzên Çekdar û Saziya Teizîrata Hikûmetî qebûl kir.

Ayetullah Sadiq Amolî larîcanî, Serokê saziya Dadweriyê ya Îanê li nameyekê bo Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî pêşniyara Lêbihurandin, Kêmkirin û guhertina cezaya 615 kes ji mehkûmên ku li Komîsiyona navendî ya Lêbihurandin û bexişandinê ya Saziya Dadweriyê xwedanmerc hatine nasandin, raber kir ku ev pêşniyar li cihanîna benda 11 ya xala 110 ya qanûna Bingehîn, ji aliyê Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî va hat qebûlkirin.

Îro Pêncşemî, 18ê Zî Heceya sala 1439an a Koça heyvî hevdem digel 30 Tebaxa 2018an roja Cejna Pîroz a Xedîrê Xom, ji cejnên mezin ên misilmanan e.

Başa dön tuşu