ÎranNûçeRojhilatanavin

Gelê Îranê îro rêzê ji mamosteyan digrin

Îro yekşem, 1 meha Mayê, 12 Ordîbiheştê salvegera şehadeta mamostayê şehîd Murtiza Muteherî û rêzgirtina ji cih û şûna bilind a mamosteyan e

Piştî şehadeta mamoste Murtiza Muteherî, îslamnasê serdemê, zaniyarê dilşewat û feylesûfekî bihêz li 2 meha Maya 1979`an bi destê munafiqên dilreş, ev roja li rojhejmêra Komara Îslamî ya Îranê wek roja mamosteyan hatiye bi nav kirin .

Şehîd Muteherî li dewrana dersxwendinê li bajarê Qumê, xêncî hînbûna meselên zansitî,li warê xebatên siyasî jî pir çalak bû û ji destpêka vê xebat û nejzetê û ji hogirên hezretê Îmam Xumeynî (R) tê hisabê.

Ji taybetmendiyên mamoste Muteherî, naskirina Îslamî bi hûrî û kûrî û her wiha zanebûna wî ser mesele û pirsgirêkên civakî, siaysî û çandî yên vê serdemê bû .

Ramanwerê şehîd mamoste Murtiza Muteherî ji 12 saliya xwe dest bi hînbûna zanistên Îslamî kir û bona kemilandina xwendin û tehsîla xwe ji mehzera mamosteyên bi nav û deng ên mîna ayetullah Brûcerdî, Elame Tebatebayî û Îmam Xumêynî(R) xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê li Hewseya Islamiye ya Qumê behre wergirt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu