ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Roja îro Sûriye li bereya herî pêşîn a berxwedanê ye

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî li hevdîtina bi wezîrê ewqafê yê Sûriyê û desteya pê ra got: Heke serokên welatan û gelên navçeyê biryara bihêz li ser berxwedanê bidin, dijmin nikare tu karekî bike.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî îro got: “Sûriye roja îro li bereya herî pêşîn a berxwedanê ye û erka me ye ku pişta berxwedana Sûriyê bigirin”.

Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: “Bişar Esed serokomarê rêzdar ê Sûriyê wek têkoşer û berxwedêrekî mezin derket meydanê; Şik û guman nekir û li ber xwe da; Ev yek jibo miletekî gellekî girîng e”.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî got: Ev gelên misilman ku dibînî bi zilet û serşurîyê dijîn, ev gel serşur û zelûl nînin, belkî serokên wan serşur in. Heke miletekî rêberên wisa hebana ku wan li bara Îslamê û pênaseya xwe hesta rûmet û serbilindiyê bikirana, dê ew mileta ezîz û qedirgiran bûya. Dijmin nikare miletekî bi vî rengî.“

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha got: “Em derbasî çilsalîya Înqilabê bûn. Ji roja destpêkê va tevahiya hêzxurtên di rêza yekem a dinyayê da li dijî me destê xwe dan hevdu û pêngav rakirin, hem Amerîkayê, hem Sovyetê, hem NATO’yê, hem paşveroyên ereb û navçeyê, giştan destek dan hevdu. Lê em ji nav neçûn û li pêş ketin. Gelo wateya vê yekê çîye? Yekem wateya vê gotinê ev e ku tiştê ku hêzxurtên dinyayê dixwazin, teqez nikare pêk were”.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: “Ev babet têgihîştin û zanînê dide gelan û ev naskirin û agahîya hêvî û hêzê dide wan. Vêca heke biryara me û we û aliyên din ên berxwedanê li navçeyê ciddî û bihêz be, dijmin nikare tu karekî bike”.

Başa dön tuşu