CîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Îran di warê Zanista Nanoyê de li cihanê di rêza çaran da yê

Alîkarê warên zanist û têknolojîyê yê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran di warê amadekirina nivîsarên zanistî yên warê Nanoyê de li rêza çaran a cîhanê ye.

Alîkarê warên zanist û têknolojîyê yê serokê Komara Islamî ya Îranê, Sorêna Settarî îro li rex 11`mîn Nîşangeha Têknolojîya Nanoyê bal kişand ser cîgeha bilind a Îranê di warê zanista Nanoyê li cîhanê de û got: Şebekeya danuistandinên navnetewî bi amadebûna pispor û sermayeguzarên bîyanî di vî warî de hatîye pêkanînê.

11`mîn Nîşangeha Têknolojîya Nanoyê îro li Têhranê destpê bû û dê heta 16`ê Cotmehê vekirî be.

Berhemên Îranê yên di warê têknolojîya Nanoyê de ji bo 49 welatên cîhanê tên şandinê.

Li gorî vê raporê, nêzî sedî 50`yê nivîsarên têkildarî têknolojîya Nanoyê di sala 2017`ê de ji hêla pispor û zaneyên Çîn, Amerîka, Hind, Îran û Koreya Başûr va hatine amadekirinê û li gorî vê yekê Îran bi amadekirina zêde ji 8 hezar nivîsaran, di warê zanist û têknolojîya Nanoyê di rêza çaran a cîhanê de ye.

Başa dön tuşu