Hezretê ayetullah uzma Xamineyî roja çarşemê li hevdîtina Remezan Ebdullah, sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê û taxima pêre desnîşan kir:Tevî qeyranên ku alîgirên Rejîma Siuyonîstî berdewam pêk tînin jibo ku mesela Filistînê were ji bîr kirinê, lê ev erdê pîroz û şerîf bi bereketa berxwedanê û mucahidet û têkoşîna gel û grûpên filistînî dê were azadkirin.
Rêberê Cihana Îslamî kêfxweşiya xwe li bara plana deh xalî ya tevgera Cîhada Îslamî jibo yekitî û berxwedana li hemberî Rejîma Siyonîstî da xûaynê û diayr kir, Sekinîna ser rawestan,qebûlnekirina tam a peyamnên lihevkirina bi siyonîstan re, sekinîna ser yekitiya grûpên filistînî û şermezarkirina hewldana hin welatên kevneperest û paşverû jibo lihevkirina tev dijmin ji naveroka vê planê ye ku divê cih were.
Rêberê Îmam Xamineyî bal kişand ser armancên navçeyî yên Emerîkayê û Îsraîlê û Emerîkayê weke şeytana mezin û sebebkarê sereke yê pirsgirêkên navçê da zanîn û li bara mudaxila şeyatên biçûk ên navçê yanê hevpeymanên Emerîkayê derheq pêkanîna qeyranên niha got armanca wan eva ye mesela Filistînê li raya giştî ya navçê kêmreng bibe û ji bîra gelan here.
Dîroka seranser xebat û têkoşan a Filistînê rastî pirsgirêk û zehmetiyên zav hatiye û li vê barê sê liv û tevger an bûyerderbên herî giran li gelê Filistînê xistine.
Liv û tevger an bûyer yekê ku derba herî mezin ji dema pêkhatina Îsraîlê li gelê Filistînê xistiye liv û tevgerên xalifî û hevhatinxwazane yên hin grûpan e ku bizanebûn an ji ber nebûna agahiya rastîn li bara mahiyeta Rejîma Siyonîstî ketine nav leylan û xeyala aşitiya tev dijmin. Encama vê hereketê eva bûye ku qeder û çarenivîsa Filistînê bikeve destê rejîmên fasid li navçê û tevgera resen a berxwedanê derbe lê bikeve û ev grûpa berxwedanê a filsitînî perçe bibe.
Zêdebûna serkutkirina gelê Filistînê û dewama dagirkirina erdên filistînî bi taybet li kêleak rojavaya çemê Urdinê û berfirehkirina çêkirina bajarokên siyonîstnişîn encama vê tevgera kavilkir e.
Bûyera dudiyan a vê pêvajoyê rewşa dijwar a jiyanê û dorpêçkirina deh salî ye ku zêde ji du milyon filistînî li Gazayê xistiye tengasiyê ku dev ji berxwedanê berdin. Bûyera sisiyan a li vê barê hin rûdaw in ku ji ber peydabûna tevgerên tekfîrî-siyonîstî yên wek DAIŞ`ê pêk hatine û ev danîn ser hesaba şerê mezhebî û pirsgirêkên navbera şîe û suneyan.
Destdanîna Rêberê Îmam Xamineyî ser vê rastiyê ku Emerîka sebebkara sereke ya van bûyer û liv û tevgeran ne, her tişt li vê babetê de zelal dike. Hezretê Auetullah Xamineyî hewldana Emerîkayê û hevpeymanên navçeyî yên wê jibo pêkanîna bûyerên curbicur û xistina faktora mezhebê nav qeyranan bi bîr xist û destnîşan kir berûvajoya van propagendeyan xelkê sunne yê Helebê û Mûsulê û bajarên din ji aliyê tekfîriyên cinayetkar hatine qir kirin û ev qeyrana tu peywendiya xwe bi şîe û sunne re tine.
Armancekevê tevgera plankirî wêdebirina mesela Filistînê ye loma welatên pêşeng li riya rawestana li ber Îsraîlê yên wekî Sûriye û Lubnan tûşî şêr û qeyranê kirine daku jibo Îsraîlê dorhêleke ewleh saz bibe.
Li gor bawera rêberê inqilabê wezîfeya van grûpên siyonîstî-tekfîrî pêkanîna fitneyê ye û divê her kes bi hişyarî û micidî li hemberî wan bisekinin.
Filistîn tevî hemî hewldanên ku hatin kirin ku were jibîr kirinê tim di naveroka alûgorên navçê de ye û ciwanên hişyar ên filsitînî însiyatîv girtine destê xwe û întifazê dişopînin. Derbên giran ku li Îsraîlê tên xistin û her wiha bikaranîna mûşekên berxwedanê bi birr û deqeta zêde ji wan hegeran in ku muhasibên Îsraîlê tevlîhev kirine. Îsraîl heta bi sîstimên berevaniyê yên bihêz a bi navê Gumbeza Hseinî jî xwe li hemberî tevgera berxwedanê ku bersiva desdirêjiyên wê dide lawaz dibîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)