ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Inqilabê li hevdîtina digel Pûtîn: Tecrubeya baş a hevkarya li Sûrîyê nîşan da meriv dikare armancên hevpar pêk bîne

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî ya Îranê bal kişand ser tecrubeya baş a hevkarîya Îran û Ûrsêtê li Sûrîyê û pêgirî kir: Encamên baş ên vê hevkarîyê nîşan dan ku Têhran û Moskow dikarin li meydanên dijwar, armancên hevpar pêk bînin.

Hezretê ayetulah Xaminyî rêberê giranqedir ê inqilaba islamî îro danê êvarê li hevdîtina digel Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê li Têhranê, berxwedana hevpar a Têhran û Moskowê li hemberî têrorîstên ku çend welatên bîyanî pişta wan digirin, encamên girîng hebûn û got: Işkesta hevalbendîya amerîkî ya piştgira têrorîstan li Sûrîyê nayê inkarkirinê lê ew hela jî mijûlê darêştina komployê ne lewma çareserkirina tam a meseleya Sûrîyê hewcedarê dewama hevkarîyên qahîm e.

Hezretê ayetulah Xaminêyî got ku biryara dawîn dê gelê Sûrîyê têkildarî meseleyên vî welatî bide û ragihand ku divê hemî mesele û rêçareyên têkildarî hikûmeta Sûrîyê encama karê nava vî welatî bin û dewleta Sûrîyê ji bo cihanîna plana tu planekê nekeve ber zext û zorê û çiqasî ku pêkan be, plan tam û giştalî bin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê, hevkarîya ji bo sekinîna hevpar li hemberî boykotên Amerîkayê yên li dijî Îran û Ûrsêtê jî kêrhatî zanî û got: Îran û Ûrsêt bêyî ku guh bidin propaganda nerênî ya dijminan ji bo lawazkirina peywendîyên van du welatana, dikarin boykotên amerîkîyan bi hin şêwazan ji wan bikaranîna diravê netewî dewsa diravê dolar li danûistandinên aborîyê yên dualî û çendalî, pûç bikin û Amerîkayê tecrîdê bikin.

Hezrtê ayetulah Xaminêyî herwiha destwerdanên xwînavîn ên siûdîyan li hin welatan ji wan cinayetên rojane yên vî welatî li Yemenê zemîneya asêbûna kûr a Erebistanê zanîn û got: Ew heta nahêlin derman û alîkarî bigihêje gelê mezlûm ê Yemenê ku tûşî nexweşîyên pêgir û kujer bûne.

Rêberê giranqedir ê inqilabê herwiha gotinên serokomarê Rûsîyê li vê hevdîtinê yên têkildarî rêketinama navokî û pêwîstîya berçavgirtina peymanên çendalî baş zanîn û got: Mixabin amerîkî zorbêjî û fitnekarîyê didomînin ku divê bi şêwazên maqûl û sûdwergirtina ji rêyên durist li hemberî wan bisekinin.

Viladimîr Pûtîn serokomarê Rûsîyê jî li vê hevdîtinê, Îran şirîkekî istiratêjîk û cînarekî mezin ji bo Rûsîyê zanî û got: Têhran û Moskow divê her zemîne û derfetekê ji bo berfirekirin û qahîmkirina giştalî ya peywendîyan bi kar bînin.

Pûtîn helwestên rêberê giranqedir ê inqilabê di warê serêxwe girtina armancên hevpar li Sûrîyê gellekî bibandor û jîrane û maqûl zanîn û got: Her cure alûgur û guhertinek li her welatekî ji wan li Sûrîyê divê ji nav ve pêk bê.

Serokomarê Rûsîyê bi ragihandina piştgirîya Moskowê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê got: Moskow guhertina isûlên sereke yên Ajansa Navnetewî ya ênêrjîya Atomê karekî nedurist dizane û li dijî têkilkirina bernama navokî ya Îranê digel meseleyên din ji wan meseleya berevanîyê ye.

Başa dön tuşu