ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî: ”Şerê niha li cîhanê, Şerê Îradanê”

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî şerê niha yê li cîhanê “ şerê vîyanan“ bi nav kir û pêgirî kir: Werzişkarên kêmendam û canbaz ên îranî bi pêngava xwe ya binirx nîşan dan ku hilgirê iqtidar û serxwebûna çandî û vîna xurt in.

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî îro di hevdîtina digel werzişkarên xwedîmîdal û qaremanên karwanê werzişa Îranê ya pişkdar li Pêşbirkên Par-Asyay-2018-Indonezîyê de, pesna qaremanên nivîşkan û canbaz (nivîşkanên şerê Îran û Iraqê) ji ber serketina wan da û ragihand ku ev qaremanîya vîna xurt û bikaranîna potansîyelên veşartî nîşan dide.

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî xwebawerîya werzişkarên canbaz û kêmendam nemaze werzişkarên jin di warê parastina nirxên dînî û netewî da, pêngaveke gellekî berbiçav û hêjayî pesindanê zanî û got: Alahilgirîya jineke hicabdar di rêza yekem a karwanê werzişa Îranê de û lidarxistina nimêja komkî û pişkdarîya di nimêja înîyê da bi wateya sekinîna yekserî li hemberî êrişa beredayî ya cîhanê û berxwedana li hemberî vê hicûmê ne.

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî herwiha got: Di rewşekê da ku hin kes nikarin li hemberî hicûma çaverêtîyên bêdawî yên bereya kufir û zorbêjîyê bisekinin û paşda vedikişin, we bi berxwedan û “nîşandana hêza çandî“ hicab û davînpakîy û kincên netewî û dînî yên xwe parastin ku ez ji ber vê yekê ji kûratîya dil va sipasîya endamên karwanê werzişa Komara Islamî ya Îranê dikim.

Rêberê mezlûm û mıstezafên cihanê Hezretê Îmam Seyyid Elî Xameneyî “bikaranîna potansîyelên veşartî yên di hundurê mêriv de“ yek ji xalên hêjayî fêrbûnê ji qaremanîya werzişkarên canbaz û kêmendam zanî û pêgirî kir: Heke potansîyelên netewî bi awayekî durist werin bikaranînê, pirsgirêkên aborî dê bên çareserkirinê.

Karwanê werzişa Komara Islamî ya Îranê di Sêyemîn Dewra Pêşbirkên Par-Asya-2018-Indonezîyê da, bi 51 mîdalên Zêr, 42 mîdalên Zîv û 43 mîdalên Tûnc di rêza sêyem a van pêşbirkana da cî girt.

Başa dön tuşu