ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê qedirgiran ê Cîhana Islamî: Armanc, pêkanîna Şaristaniyeta Islamî ye

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê giranqedir ê Cîhana Islamiya li hevdîtina tev endamên Konseya Bilind a Navendî ya Mînaka Islamî-Îranî ya Pêşketinê, “ serêxwegirtina Şaristaniyeta Islamî“ armanca Inqilaba Islamî zanî.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî li vê hevdîtinê, armancên Inqilaba Islamî ser 5 qonaxan parve kirin ku serêxwegirtina Şaristaniyeta Islamî, qonaxa herî dawiyê ya armancên pêncalî yên Inqilaba Islamî ye. hezretê ayetula ozma Xaminêyî her wiha got: Qonaxa ewil di vê pêvajoyê da, pêkhatina Inqilaba Islamî ye û piştî wê divê delidest Pergala Islamî pêk bê ku kar û hunera mezin a Imam Xumêynî (RE) jî pêkanîna Pergala Islamî bû. Li gorî nêrîna rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, qonaxa sêyem a armancên Inqilaba Islamî, pêkanîna dewletekê ser bingeha pîvanên tam islamî ye û heta dema ku ev yeka serê xwe negire, dewr û rêz nagihêje “ pêkanîna civaka islamî“.

Wî pêngava dawîn a qonaxên pêncalî yên armancên Inqilaba Islamî, serêxwegirtina “ şaristaniyeta islamî“ zanî û got ku Şaristaiyeta Islamî, fetihkirina welatan nine belkî bi wateya bandorwergirtina miletan ji hêla fikrî ji islamê ye.

Piştî şerê cîhanî yê duyem yek ji fukarên herî girîng ên welatan nemaze welatên ji koledariya rojava rizgar bibûn, bijartina riya pêşketina aborî û bidestxistina dadmendiya civakî bû. Wê demê du nêrînên giştî jibo pêşketinê hebûn. Cîgirtina li Pergala Sermayedariyê, riyek bû û riya din jî cîgirtina li Bloka Rojhilatê bi rêvebiriya Sovyeta Berê bû. Komonîsm di dawiya dehsaliya 1980`yî gihîşt dawiya rê û Yêketiya Sovyetê ser 15 welatan parve bû. Gorbaçof rêberê herî dawiyê yê Yêketiya Sovyetê, rêformên aboriyê anegorî Lîbêralîsmê girtin ber xwe lê riya ku wî bijart, pêvajoya têkçûna Sovyetê dijwar û lezgîn kir. Imam Xumêynî (RE) xîmdarê Inqilaba Islamiya Îranê li nameyekê bo Mîxayîl Gorbaçof li bara bijartina riya Lîbêralîsmê bo xilasbûna ji pirsgirêkan nivîsî: Heke hûn bixwazin girêyên kor ên aboriya Sosyalîsm û Komonîsmê bi saya sîstema sermayedariya rojava çareser bikin, hûn ê ne tenê derdekî ji civakê derman û çareser nekin belkî divê kesên din bên û şaşitiyên we serast bikin û berdêla wê bidin ji ber ku roja îro Marksîsm asê bûye û cîhana rojava jî bi şiklek din hema di vê meselê da asê bûye.

Pêşbîniya Imama Xumêynî (RE) li bara Sovyetê serê xwe girt û li bara Pergala Sermayedariyê jî, derizîn û navbera kûr a aborî û civakî li pirraniya welatên sermayedariyê, rastiya nêrîna Imam Xumêynî (RE) nîşan dan. Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî di vî warî da, rewşa nebaş a hin welatên şopînerê van mînakan li paramêtrên wekî deynên giran ên dewletan, bêkarî, hejarî, navbera çîn û qatên civakê ji hêla daraiyê va , nîşanên bikêrnehatina mînakên heyî zanîn û got ku ev civakana li pêş ketine lê pêşketinên kûr nebûne û nebûne sedema pêkhatina exlaq, dadmendî, meinewiyet û ewlehiyê. Lewma divê Îran mînaka xwe ya pêşketinê bi palpiştiya bingehên islamî û çanda îranî bide nasandin û raber bike.

Inqilaba Islamiya Îranê mînakek nû ji pêşketinê raberî cîhanê kir. Imam Xumêynî (RE) li nameya xwe ya meşhûr bo Mîxayîl Gorbaçofi nivîsî: Ez ji te dixwazim ku li bara islamê bi awayekî cidî lêkolînê bikî û ev yeka ne ji ber viya ku islam û misilman hewcedarê we ne belkî ber xatirê nirxên cîhanî yên islamî ye ku dikarin bibin wesîleya rizgarkirina hemî miletan.

Mînaka pêşketinê ya Îranî- Islamî tevî derbasbûna 37 salan ji serketina Inqilaba Islamî hela jî hewcedarê axavtina li ser wê ye û yek ji hegerên pêkhatina Navenda Mînaka Islamî-Îranî ya Pêşketinê jî hema ev hewcedariya ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu