ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Hebûna Amerîkayê li Kendava Farsê kêşesaz e”

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevpeyvîna taybet a bi kanala nûçeyan a Fonix`ê ya Çînê re got: Em ji destpêkê ve ser vê bawerê bûn ku hebûna Amerîkayê li Kendava Farsê ji bilî viya ku neqanûnî ye kêşesaz e jî.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihmedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna bi kanala nûçeyan a Fonix`ê ya Çînê re ku îniyê bi şev hate weşandin got: Hebûna gemiya cengê ya Amerîkayê li Kevdava Farsê zêde ji viya ku bandoreka erênî hebe, di rasztiyê de kêşesaz e û her dema ku amerîkî hebûna xwe li Kendava farsê zêde kirine hemî welatên Kendava Farsê rastî xeteran hatine.

Zerîf herwiha got: Îran welatekî bihêz e û dikare berjewendiyên xwe biparêze û eva navçe ye ku pêkan e ji ber hebûna Amerîkayê zirarê bike û dûr e ku amerîkî di rewşekî da bin ku gefa li Îranê bixwen.

Wezîrê karên derve yê Îranê li bara derketina hêzên amerkî ji Sûriyê jî got: Em hîn nizanin ku amerîkî çi bernameyek hene, tişta ku ji bo me girîng e eva ye ku siyaseta Amerîkayê li navçê siyaseteka bixeter e ku divê were guhertin.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: Îran wê tu dema di rewşa awarte da bi Amerîkayê re muzakirê neke, aliyê ku ji muzakirê derket ne Îran bû, amerîkî heya heşt mehan beriya niha li nav muzakireyên Lihevkirina Navokî bûn û bi me re gotûbêj dikirin lê ew terikandin û divê xwe vegerîne muzakirê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha got: “Hes û meyla Îranê li Çînê, meyleka stratêjîk e ne taktîkî û demkî û Çîn ji bo Îranê dostekî bawerpêkirî ye û em dixwezin çînî jî baweriya xwe li me bînin”.

Başa dön tuşu