IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê hewldanên hin welatan jibo pêkanîna fitneya eşîretî li vî welatî rexne kirin

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê li axiftinekê ragihand ku dewleta Iraqê ti carî rê nade ku kesên ku  ku li dû pêkanîna fitneya eşîretî li vî welatî ne bighêjin armancên xwe.

Ebadî her wiha ji medyayê hin welatên ereb xwest ku dev ji bêhurmetiya li gelê Iraqê berdin. Wî destnîşan kir dewleta Iraqê dê li hember her cure îhaneta li gelê vî welatî raweste.

Roja yekşemiyê rojnama siûdî ya El-Şerq El-Ewsetê îdiayên  bêbingeh li dijî gelê Iraqê xistibûn rojevê ku li dewrewa xwe mukir hat.

Ebadî  tevî qedrzaniya ji gelê Iraqê jibo mazovaniya ji ziyaretkirên  Erbeîna Huseynî (s) got gelê Iraqê tevî rawestana li ber grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê rê û resma mazaovaniya ziyaretkirên gelên cîhanê li Erbeîna Huseynî baş cih anî.

Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir gelê Iraqê bi şerafet û wêratî berevaniya welatê xwe li hember terorîstên DAIŞ`ê dikin û hêzên iraqî bi wêratî û lehengiya xwe navçên bin kontrola DAIŞ`ê ji destê DAIŞ`ê azad kirine û  canê xelkê sivîl ên iraqî li navçên azadbûyî diparêzin.

Di rojên buhurî sê milyon ziyaretkirên biyanî û ereb ku piraniya wan ziyaretkirên Komara Îslamî ya Îranê pêk tînin derbasî bajarê Kerbelayê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu