ÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberî qebûl kir ku hinek ji mehkûman bên efûkirin yan cezaya wan kêm bibe

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî pêşniyara efûkirin yan kêmkirina cezayê û guhertina cezayê ya hejmarek ji mehkûman li dadgehên gelanî, rêxistina tezîrata hikûmetî û rêxistina dadweriya hêzên çekdar pejirand.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya nivîsgeha rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, serokê saziya dadweriya Îranê, ayetullah Sadiq Amolî Larîcanî li nameyekê bo rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî bi minasibeta cejnên pîroz ên meha Şeibanê her viha hatina salvegera azadkirina Xuremşehrê pêşniyara efûkirin yan kêmkirin û guhertina cezaya 669 kes ji mehkûmên ku li komîsiyona navendî ya efûkirin û baxişandinê ya Saziya Dadweriyê, xwedanmerc hatine naskirin, raber kir ku ev pêşniyara ji aliyê rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî va hat erêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu