FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Redkirina her cure şertekê ya jibo pêkanîna pêwendiyên bi Îranê re

Berdevkê dewleta Îranê, her cure şertekê bona pêkanîna peywendiyên tev Komara Îslamiya Îranê, red kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Îranê, li civîna îro ya nûçeyan a bi nûçegîhanan re li Têhranê, li berteka li hember şertê Gabriyêl Zîgmar, wezîrê aborî û enerjiya Almanyayê, li bara bi fermî naskirina Rejîma Siyonîst ji aliyê Îranê ve, got: Welatê ku bixweze peywendiyên xwe bi Îranê re berfire bike, divê rêzê li qanûn û çanda gelê Îranê bigire.

Nobext bal kişand ser vê yekê ku Îran bi tu welatekî re li gorî mşert û ercan hevkariyê nake û destnîşan kir: Wezîrê aborî û enerjiya Almanyayê li Têhranê gotiye, axiftinên wî hatine xalifandin û ew helwêstên Komara Îslamiya Îranê li hember Rejîma Siyonîst, bi tamî fêm dike.

Berdevkê dewleta Îranê, destnîşan kir: Îsraîl, rejîmeka sexte ye ku bi hezaran filistîniyên bêsûc kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu