ÎranNûçeRojhilatanavin

Rehmanî-Fezlî: Berfirekirina peywendiyên ligel cînaran yek ji sitratêjiyên Îranê ye

Wezîrê karên hundur ê Komara Islamiya Îranê, Berfirekirina peywendiyên ligel cînaran nemaze ligel Pakistanê yek ji sitratêjiyên Îranê zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Evdilriza Rehmanî-Fezlî, li merasima bi minasebeta Roja Netewî ya Pakistanê li Têhranê got: Tê payîn ku asta peywendiyên ticarî yên her du welatan mideha 3 salên pêş da bigihêje 5 milyard dolarî.

Rehmanî-Fezlî Roja Netewî ya Pakistanê li gel û dewleta vî welatî pîroz kir û got: Îran û Pakistan bi zêde ji 900 kîlomêtir sînorê hevpar ji welatên herî girîng ên cînar in ku di dirêjiya dîrokê da hertim bi aştî û istiqrarê li rex hev jiyane.

Wezîrê karên hundur ê Komara Islamiya Îranê her wiha got: Îranê boriya veguhestina gazê heta nêzîkatiya sînorê Pakistanê biriye û jibo bihevragirêdanê amade ye û roja îro tam amade ye ku çavkaniya herî girîng a dabînkirina enerjiya Pakistanê ji wan gaz, ceryan û berhemên niftê be.

Rehmanî-Fezlî bi pêkutiya ser viya ku welatên navçê bi saya çavkaniyên insanî, sirûştî û xwezayî û hêza tam dikare meseleyên navxweyî û derveyî bi rêve bibin û kontrol bikin û desnîşan kir ku helwestên parlimana Pakistanê li bara meseleya Filistîn û Gezê û Sûriyê û biryara vebirr a meclisa netewî û Sênaya vî welatî ya neyariya li hemberî pişkdariya Pakistanê li şerê Yemenê hêjayî rêzgirtinê û di çarçova berjewendiyên ometa islamê da ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu