NûçeÎranRojhilatanavin

Reisî: Bi Biden re hevdîtin nayê kirin

Serokomarê Îranê Seyîd Îbrahîm Reîsî di civîna çapemeniyê ya ku îro li dar xist de rojev nirxand.

Reîsî diyar kir ku hikumeta 13’emîn salek temam bûye û destnîşan kir ku di sala dawî de hikûmetê ji bo pirsgirêkên welat ji holê rabike hemû derfetên xwe kirine.

Serok Reîsî got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em xwe bispêrin xwe ne li derve. Biyaniyên ku nikaribin pirsgirêka kesî çareser bikin, nikarin pirsgirêkên me jî çareser bikin. Ji ber vê yekê jî weke hin dewletan me hewl da ku bi xwe pirsgirêkên welêt çareser bikin, bêyî ku li bendê bin ku perspektîfa biyaniyan (derbarê Îranê de) biguhere. Em di wê baweriyê de ne ku divê welat li ser hêz û kapasîteyên xwe yên navxweyî bisekinin.” got.

Reîsî bertek nîşanî îdiayên siyonîst Îsraîl ên der barê bernameya nukleerî ya Îranê da da û wiha got: “Di doktrîna me de cihê çekên nukleerî tune. Rêberê Înqilaba Îslamî bi caran ragihandiye ku çêkirina çekên atomî heram e. Me di polîtîkaya xwe ya derve de jî bi tundî ev yek anî ziman.

Teknolojiya nukleerî û pîşesaziya nukleer mafê me yê qanûnî ye. Rejîma Siyonîst tu carî nexwestiye ku Îran vî mafê xwe bi dest bixe. Ji ber ku zanista nukleerî li welatê me bûye navxweyî û neteweyî, kes nikare wê ji destê me bigire.” hevokên bi kar anîne.

Serokê Komarê der barê gefên leşkerî yên muhtemel ên Rejîma Siyonîst de ev tişt got:

“Gelo Rejîma Siyonîst ser kevir û mûşekên hêzên berxwedanê yên Filistînê bi ser ket? Gelo ev tehdîd kar dikin? Rejîm dikare ewlekariya xwe misoger bike? Îro her kesî dît ku Filistîniyên li Xezzeyê tevî dorpêçê jî xwe diparêzin. Rejîma ku nikaribe li ber xwe bide wê çawa bi leşkerên leheng ên Îranê re mijûl bibe? Şehîd General Silêmanî ne lehengê têkoşîna li dijî terorê bû, çima jê ditirsiyan? Her kes dizane ku rejîm di nava tirsê de ye.

Biryarên Rejîma Siyonîst ên dijî Îranê nikarin bikeve qonaxa sepandinê.”

‘Em bi Biden re hevdîtin nakin’
Li ser pirsa gelo ew ê bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden re hevdîtin pêk bîne an na, Sererkan got, “Me ev yek di civîna çapemeniyê ya berê de anî ziman. Hevdîtina bi Biden re tu feydeyê nade Îran û gelê welêt. Hevdîtina bi Biden re ne di rojeva me de ye û dê nebe jî.” bersiv da.

Başa dön tuşu