NûçeÎranRojhilatanavin

Reisi cîranan hişyar dike, her ku diçe Îsraîl ewlehiyê xera dike

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî dibêje hebûna Îsraîlî li herêmê tenê aloziyan derdixe, û hişyarî da ku rejîma dagîrker li her deverê ku bikaribe pêgehekê bi dest bixe, asayîşê têk dide.

Ev axaftin roja Çarşemê li hevdîtina Rayîsî bi hevtayê xwe yê Azerî Îlham Aliyev re li çarçoweya 6emîn lûtkeya serokên welatên deryaya Xezerê li Aşgabata Tirkmenistanê hatin kirin.

Rayîsî got: “Hebûna Rejîma Siyonîst li her hawîrdorekê ewlehiya wê deverê têk dide” û got: Ewlehiya navçê tenê bi hevkariya welatên navçê û cîranên deryaya Xezerê pêk tê.Wî Îran wek “dostê demên dijwar” bi nav kir ku tu carî hevalbendên xwe bi tenê nahêle.

Derbarê lûtkeyê de jî wî got ku yek ji girîngtirîn feydeyên lidarxistina civînên bi vî rengî yên herêmî ew e ku di navbera welatên cîran de têgihîştina berfirehtir dibe.

Rayîsî bal kişand ser berfirehkirina peywendiyên navbera Îran û Azerbaycanê û got: şiyanên teknîkî, jeopolîtîk û lojîstîkî yên Îranê ji wan di warê tranzît û veguhestinê de, ji bo hevkariyên dualî di navbera her du welatan de ye.

Ji aliyê xwe ve Aliyev got ku pêşxistina peywendiyên dualî piştî hevdîtina wî ya berê bi Rayîsî re li kêleka Lûtkeya ECO li Aşgabatê leztir bûye.”Ez hêvî dikim ku civîna me ya îro proseya geşepêdana peywendiyan bihêztir bike û asta hevkariya di navbera her du welatan de bilind bike.”

Başa dön tuşu