NûçeCîhanÎranRojhilatanavin

Reisi, salvegera serxwebûna Venezuela pîroz kir

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi boneya Roja Serxwebûna Venezuelayê peyameke pîrozbahiyê li Serokomarê vî welatî û gelê vî welatî belav kir.

Serokomarê Îranê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bi boneya Roja Serxwebûna Venezuelayê ku pîrozbahî li xebata Simon Bolîvar sembola serxwebûn û azadiya Venezuela û welatên Amerîkaya Latîn dike, ji hevkarê Venezuela Nicolas Maduro û gelê Venezuelayê re kir: Ev roja dîrokî sembola hewldanên welatên azadîxwaz e ku ji emperyalîzmê xilas bibin.”

Serokomarê Îranê Reîsî di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Ez bawer im bi geşkirina têkiliyên dualî û bikaranîna modela berxwedana çalak a li hemberî ferzkirinên welatên emperyalîst, serkeftin wê teqez bibe. Em hêvîdar in ku peywendiyên dualî yên stratejîk û dostane zêdetir kûrtir bibin û lihevhatinan cîbicî bikin û peywendiyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Komara Bolîvarî ya Venezuelayê de bihêztir bibin.”

Başa dön tuşu