LubnanNûçeRojhilatanavin

Rêjîma Alê Siûd li dû berfirekirina têrorîsmê li cîhanê ye

Sikritirê giştî yê Civata Zanyarên Misilman a Libnanê got: Rêjîma siûdî hewil didie ku nava umeta îslamî duberetiyê pêk bîne û têrorîsmê berfire bike.

Li gorî rapora roja çaşemiyê ya kanala El Minarê, Şêx Zehîr Ceîd Sikritirê giştî yê Civata zanyarên Misilman a Libnanê li merasîma yekem salvegera şehadeta şêx Nêmr Bair Nêmr melayê binavûdeng ê şîe yê erebistanî li Bêyrûtê got: Cinayetên Alê Siûd li Necd û Hicazê xerabtir ji cinayetên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeyê ne.

Mihemed El Nêmr lawê şehîd Nêmr Baqir Nêmr jî li peyameke vîdyoyî bo vê merasîmê got:Desthilatdarên şerxwaz niakrin li hemberî Heqê bisekinin.

Baqir Derwêş endamê navenda mafên Mirovan a Behrêynê jî tevî pêgiriya lis er zîndîragirtina bîr û hizra şehîd şêx Nêmr, şehîdbûna vî rûhaniyê nasyar ê erebistanî wek ezmûnek ji bo civata navneteweyî da zanîn û her wiha got: Civata navneteweyî li ezmûna girtina rê li ber îdamkirna şêx Nêmr derda û ji bo vê cinayetê xelat da rêjîma siûdî.

Evdilmelik Sukriye endamê komîteya dijayetiya digel sazişkariya (qaşo aştiya) digel Rêjîma Siyonîst jî got: Cinayeta îdama şêx Nêmr lekkeyeke reş li ser eniya saziyên çalak li warê Mafên Mirovan li cîhanê ye; Çimku van saziyan nema xwestin ku li bara egerên îdamkirna şêx Nêmr lêkolînê bikin.

Şêx Nêmr Baqir Nêmr melayê binavûdeng ê erebistanî di roja 2`ê Çileya 2016`an da bi tawana rexneya jin rêjîma siûdî bi qirêjtirîn şêwaza îdamê (îdama bi şûrê) hat îdamkirn.

Yekem salvegera şehîdbûna şêx Nêmr Baqir Nêmr rûhaniyê nasyar ê erebistanî roja sêşemiyê li Bêyrûtê hat lidarxistin û hejmareke zêde ya zanyar û kesayetiyên siyasî beşdarî vê merasîmê bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu